Kerkûk: Di nava mehekê de 20 wesayît hatin dizîn

31

 

 

SORAN MIHEMED / KERKÛK

 

 

Berdevkê rêveberiya polîsê Kerkûkê Efrasiyaw Kamil her wiha diyar kir ku ji van 20 wesayîtên hatine dizîn tenê 9 heb dîtine, radestî xwediyê wan kirine û got: “5 kesên diziya wesayîtan dikirin jî me girtin.”

 

 

Kamil da xuyakirin ku 16’ê Cotmehê bûyerên diziya di malan de û ya wesayîtan zêde bûne û wiha dewam kir: “Gelek komên diziyê li bajêr çêbûne. Gelek caran bi cil û bergên leşkerî bi ser malên welatiyan de digirin û diziyê dikin.”

 

Li hember van bûyerên diziyê jî berdevkê polîsan Efrasiyaw Kamil ragihand ku wan tedbîrên xwe zêdetir kirine ku pêşî li diziyê bigirin û li hemû taxên Kerkûkê her şev dewriye tên derxistin.

 

(rn)