Kolberekî Kurd ji ber sir û seqemê jiyana xwe ji dest da

35

 

 

ROJNEWS / ROJHILAT

 

 

Li gorî agahiyên ku ajansa me ji herêmê bi dest xistine, duh li gundê Kelaşînê yê bajarê Şino ku dikeve ser parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, cenazeyê kolberekî din ê Kurd ê bi navê Hîwa Mistewfî hate dîtin.

 

 

Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên herêmî girtiye, Hîwa Mistewfî bi sedema sir û seqemê jiyana xwe ji dest daye.

 

Hêjayî gotinê ye ku bi hatina werza sermayê re, rewşa kolberên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê zehmettir bûye.

 

(rn)