Li Bakurê Sûriyeyê dengdanê dest pê kir

31

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Pêvajoya duyemîn a hilbijartinên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê li her sê herêman dest pê kir û welatî ji bo dengê xwe bidin diçin ser sindoqan.

 

 

Piştî xebatên ku bi mehan berdewam kir û li ser biryara Komseriya Bilind a Hilbijartinan a her sê herêmên Bakurê Sûriyeyê (Efrîn, Firatê, Cizîrê) ku ji kantona Efrîn, Şehba, Girê Spî, Kobanê, Qamişlo û Hesekê pêk tên, qonaxa duyemîn a hilbijartinan (bajarok, navçe û kanton) hate destpêkirin.

 

Li gorî biryara komîseriyê sindoqên dengdanê saet 20:00`an wê werin girtin.