HAWRÊ KIRÊKAR/ XURMATÛ

 

Li gor agahiyên serçaveyekî ji herêmê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji ajansa me re wiha axivî; “Ji cihek nediyar 4 guleyên hewanê hatin avêtina Taxa Tirkmenên Şîe li Xurmatû.”

 

Heman serçave wiha jî got; “Piştî ev gule hatin avêtina nav Xurmatû, çekdarên Heşdî Şebî yên li nav Xurmatû dest bi topbarana Çiyayê Hencîr ê dikeve rojhilatê Xurmatû kirine. Çend welatî ji ber guleyên hewanê birîndar bûne. Ji ber birîna wan girane, hatine şandina Nexweşxaneya Kerkûkê.”

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here