TOLHILDAN OZAN/RODA ROJBÎN/ŞENGAL/ROJNEWS

 

 

Li Şengalê li Akademiya Bîrdozî û Leşkerî ya Şehîd Dilgeş, Dewreya Şehîd Zagros bi 45 kesan bi merasîmeke leşkerî ya fermandarên YBŞ û YJŞ’ê jî amade bûn hat destpêkirin.

 

 

Di vekirina dewreyê de ji fermandarên YBŞ’ê Tîrêj Şengalî têkildarî girîngî û wateya perwerdeyê axivî. Şengalî anî ziman ku di dîroka Ezdatiyê de, cara yekem e hêzeke parastina Ezîdxan di akademiyan de xwe perwerde dike û wiha dewam kir: “Bi rastî di rojek wisa girîng a dîrokî de ku heval xwe li ser esasê fikrê Rêber Apo, fikir û felsefeya Ezdatiyê perwerde dikin ji bo me pir girîng e. Di dîroka Êzîdiyan de heya niha cara yekem e hêzeke leşkerî wek YBŞ û YJŞ xwe rêxistin û perwerde dike.”

 

 

Mirova/ê ji fikir û felsefeya Rêber Apo bawer be dikare vî gelî biparêze

 

 

Şengalî, da zanîn ku berî fermanê eger hêzeke wek YBŞ û YJŞ hebûya, wê pêşiya fermanê bihata girtin û wiha dewam kir; “Îro armanca em xwe perwerde dikin ew e ku em di akademiyan re derbas bibin, di aliyê bîrdozî  û leşkerî de xwe kûr bikin da ku em karibin pêşiya fermanan bigirin. Miroveke/î ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo, bi fikir û felsefeya Ezdatiyê bawer be dikare vî gelî biparêze.”

 

Tenê keç û jinên Êzîdxanê dikarin Êzîdxanê biparêzin

 

Şengalî, li ser parastina Êzîdxanê got: “Heval hemû jî dizanin gelek hêz beriya niha li vir hebûn. Digotin em Êzîdiyan diparêzin. Lê dema fermanê pişta xwe dan Êzîdiyan û reviyan. Divê heval di perwerdeyê de, xwe pêş bixin da ku karibin hemû nirxê mirovahiyê û Ezdatiyê biparêzin. Ji bo xwe ji milîtaniya demê re amade bikin, ji bo bibin şervanên pispor, parezvanên civaka xwe ev perwerde ji bo civaka Êzîdî gelekî bi wate û girîng e. Tenê keç û jinên Êzîdî dikarin Ezîdxanê biparêzin.”

 

Şengalî, di dawiya axaftinê xwe de  li ser damezrandina salvegera PKK’ê axivî û wiha axaftina xwe bi dawî kir;  “Wek tê zanîn sala 40. ya şoreşa azadiyê, şoreşa mirovahiyê ye. Di sala xwe ya 40. a îro de em dikarin bêjin bi saya şehîd Dilgeşan, Berxwedan û Şengalan em dikarin li vir bijîn. Çirûskek ji şoreşa mirovahiyê îro ev bû çar sal li Şengalê jî pêl bi pêl geş dibe û têkoşîna azadiyê bilind dibe. Li pey xeta Berxwedanan û Dilgêşan rêveçûn xwe di perwerdekirina li van akademiyan de derbas dibe. Xweperwerdekirin, ji bo me gelê Êzîdî,  ji nan û avê bêhtir pêwîst e. Bi taybet ji bo YBŞ û YJŞ’ê xweperwerdekirin, wê pêşeroja Ezîdxanê bixe bin temînatê. Li ser vî esasî ji bo destpêkirina vê perwerdeyê ji tevahî hevalan re serkeftin.”

 

 

 

 

(rn) 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here