Li Silêmaniyê bi merasîmekê salvegera PKK’ê hate pîrozkirin

42

 

 

ROZE MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Di destpêka merasîmê de peyama Komîteya Şehîdên PKK’ê li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Îbrahîm Mihemed ve hate xwendin û wiha hate gotin; “Vê şoreşê destpê kir û qonax bi qonax her mezin bû. Li gel mezinbûna vê şoreşê dijmin ketina nava pîlanên cûda de û nedixwestin mezin bibe.”

 

 

Di peyamê de bal hate kişandina ser şoreja Rojavayê Kurdistanê û wiha hate gotin; “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bûye hêviyek ji bo hemû gelên herêmê.”

 

Piştre nivîskar û rewşenbîr Hesen Cûdî di merasîmê de ku axivî, wiha pêde çû; “Ezmûna PKK’ê ezmûnek şoreşger û serkeftî ye li Rojhilata Navîn û cîhanê de. Ez ezmûne hemû ew xalên gelê Kurd têde lewaz bûn, bi serkeftî derbas kir û gihand astek bi hêz. PKK di hemû pirsgirêkên di civaka navnetewî de heyîn, serkeftî bû.”

 

‘Mirov çiqas pêwîstî bi av û hewa heye, Başûr ew çend pêwîstî bi fikrê PKK’ê heye’

 

Hesen Cûdî axaftina xwe wiha dewam kir; “PKK pêş bibe tevgerek çekdarî, tevgerek fikrî, civakî û çandî bû. Piştre bû tevgerek siyasî û çekdarî. Li gel PKK’ê tişta herî pîroz mirove. Mirov çiqas pêwîstî bi av û hewa heye, Başûrê Kurdistanê ew çend pêwîstî bi fikrê PKK’ê heye.”

 

 

Hesen Cûdî got; “Ji roja yekem heya roja îro PKK’ê timî kes perwerde kirine. Ev jî sira serkeftina PKK’ê ye. Li ser bingehê şoreşgerî û welatparêziyê hatiye avakirin. PKK’ê cûdahiya rêgez ji holê rakir. Ji bo çareseriya pirsgirêkên jinê tekoşînek mezin dimeşîne.”

 

Her wiha di merasîmê de gelek peyamên ji bo pîrozbahiya salvegera PKK’ê hatin şandin, hatin xwendin.

 

Piştre Koma Muzîkê ya Şehîd Serhed û koma Muzîkê ya Mezopotamya çend sitran gotin. Pişt re jî koma Şanoyê ya Şehîd Sîrwan derket ser dîkê û şano pêşkêş kir.

 

 

Her wiha li serê salona merasîmê mêzeya pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çend pirtûkên li ser şoreşa PKK’ê hatibûn danîn. Li ser mêzek din jî karê hunerê dest ê ji aliyê xwendekarên Fakûlteya Kiştûkalî ya Silêmaniyê ve hatibûn amadekirin, hatin danîn.

 

 

 

 

 

 

(rn)