Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

20

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Ji malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bira Mehmet Ocalan û xwişk Fatma Ocalan, ji bo roja duşemê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin bikin bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

 

Ji malbatên girtiyên PKK'î Hamîlî Yildirim birayê wî Polat Yildirim, malbata Omer Hayri Konar birayê wî Ali Konar û malbata Veysel Aktaş xwişka wî Sabiha Aslan bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.