Neçîrvan Barzanî çû Tirkiyeyê

32

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li gorî agahiyeke ku medyaya Tirk belav kiriye, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di Deriyê Sînor ê Xabûrê re derbasî Tirkiyeyê bû.

 

Li dû referandûma 25’ê Îlonê heta niha rêyên hewayî yên navneteweyî ya Herêma Kurdistanê hatine girtin. Ji ber vê jî hate gotin ku wê Barzanî li ser Tirkiyeyê re derbasî derveyî welat bibe.

 

Barzanî piştî demeke dirêj û aloziyên ji ber referandûmê cara yekemîn e derbasî Tirkiyeyê dibe. Berî niha jî bi dehan caran Barzanî daxwaz ji dewleta Tirk kir ku careke din têkiliyên Başûr û Tirkiyeyê pêş bikevin.

 

Nihat zanîn wê Barzanî çûna xwe ya Tirkiyeyê de wê hevdîtanan pêk bîne yan na.