Nerazîbûnên li dijî bombekirina Çiyayê Asos didomin

33

 

 

ROZE MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Di daxuyaniya çapemeniyê de endamê Komeleya Gencanî Welatparêzên Kurdistanê Herêm Şarezûr ku axivî, wiha got; “Ev êrîşane nikarin bên qebûlkirin. Em dewleta Tirk û Îranê hişyar dikin ku êdî êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê berdewam nekin. Her wiha bêdengî û bê helwestiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û partiyên Başûrê Kurdistanê li hemberî van êrîşan, cihê xemgîniyê ye.”

 

 

Herêm Şarezûr wiha jî got; “Ez bang li ciwanan dikim ku van êrîşan qebûl nekin û berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê. Ji bo êdî dijminê gelê Kurd van êrîşên xwe rawestîne. Dijmin dixwaze bi van êrîşan îradeya gelê Kurd bişkêne. Belê dijmin nikarin îradeya gelê Kurd bişkênin.”

 

 

 

(rn)