Şandek hikûmeta herêmê çû Parîsê

33

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser çûna şanda hikûmetê ji bo Parîs wiha got; “Îro li ser vexwendina Serokê Fransa Emmaneul Macron re bicive. Şanda hikûmetê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, cigirê wî Qubad Talebanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê Fûad Hisên, Berdevkê Hikûmeta Herêmê Sefîn Dizeyî pêk dihat, gihişte Fransa.”

 

Di daxuyaniyê de wiha jî hate gotin; “Sibe Serokê Fransa Emmaneul Macron wê li Koşka Elyseeyê li gel şanda hikûmeta herêmê bicive. Di civînê de li ser rewşa giştî Iraqê, peywendiyên navbera Hewlêr û Bexda de nîqaş bikin. Her wiha peywendiyên navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de jî wê bên girtina dest.”

 

Hêjay gotinê ye ku îro Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro serdana Tirkiyê kir.

 

(rn)