Sê cangoriyên azadiyê li Mexmûrê hatin bibîranîn

38

 

 

 

MEXMÛR / ROJNEWS

 

 

Ji bo gerîlaya YJA-STAR’ê Dêrsîm Atalay bi nasnav Feraşîn Zagros ku 20’ê Sibata 2017’an li Girê Metîna yê Herêmên Parastinê yên Medya di encama êrîşên hewayî de, milîsê bi navê Rêzan Bûlût ku 24’ê Cotmeha 2017’an li Herêma Besta di encama êrîşên hewayî yên artêşa faşîst a dewleta Tirk û milîsê bi navê Ehmed Kara yê 10’ê Cotmeha 2017’an li Herêma Besta di encama qezayekê de, şehîd bûn îro li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi beşdariya hezaran niştecihên wargehê û malbatên şehîdan bi merasîmekê hatin bibîranîn.

 

 

Merasîma bîranînê ya her sê şehîdan îro li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Mexmûrê di demjimêr 09.00’an de di kesayeta her sê şehîdan de ji bo tevayî şehîdên Tekoşîna Tevgera Azadiya Kurd bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

 

Piştî rêzgirtinê nameyên Biryargeha Navendî ya HPG û YJA-STAR’ê ya ji bo malbata Şehîd Ferasîn Zagros her wiha nameyên Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel ji bo malbata Şehîd Rêzan Bûlût û Şehîd Ehmed Kara hatin xwendin.

 

 

Piştî xwendina nameyan, li ser navê Hêzên Parastina Gel, Qehreman Mûrad axivî. Mûrad di axaftina xwe de di kesayeta her sê şehîdan de tevayî şehîdên tekoşîna azadiyê bi bîr anî û wiha axivî; “Fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo di dil û mejiyê her ciwanê Kurd ê bi rûmet de hatiye çandin. Lewra di eniyên herî pêş ên têkoşînê û şer de li dijî dijminê xedar, hov û dagirker canê xwe ji bo gel û welatê xwe dikin gorî. Her şehadetek a rêhevalên me pêngavek û kêliyekê me nêzîkî azadiyê dike. Ji bo wê jî erk û berpirsyartiya herî mezin a li beramberî şehîdan dikeve ser milên me. Em ê heta dawiyê xwedî li bîranîn, armanca şehîdan xwedî derkevin. Xeyalên wan ên azadiyê pêk bînîn û azadiya Rêber Apo ya cesteyî bi dest bixin.”

 

 

 

Fermandarê HPG’ê Qehreman Mûrad di dawiya axaftina xwe de ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, şervanên azadiyê, gelê Kurd ê têkoşer, gelê Wargeha Mexmûrê û bi taybet ji malbatên her sê  şehîdan re sersaxî xwest.

 

 

Piştî axaftina fermandarê HPG’ê, li ser navê malbata gerîlaya YJA STAR’ê Feraşîn Zagros bavê wê Cengîz Atalay axivî. Atalay di axaftina xwe de da zanîn ku keça wî di şert û mercên penaberiyê yên zor û zehmet de mezin bûye, têkoşîna ji bo azadiyê ya di wargehê de ji xwe re bes nedît lewra beşdarî nava refên gerîla bû, di nava refên gerîla de heta dawiyê hejayî felsefe û bîrdoziya Rêber Apo di her alî de têkoşîn kir. Lewma hatina gelê wargehê ya li vê derê êşa me sivik kir ji bo wê jî em spasiya gelê we dikin. Her wiha da diyarkirin ku keça wî Şehîd Feraşîn Zagros şehîda tevayî gelê Kurd ê bi rûmet e, bila serê Rêbertî, rêhevalên wê şervanên di oxira canê xwe de li her derê Kurdistanê di çeperan de şer dikin, gelê Kurd, gelê Mexmûrê sax be.

 

Bavê Şehîd Rêzan Bûlût, Mam Huseyîn Hilalî (Huseyîn Bûlût) ku kurekî wî yê din jî di nava refên têkoşînê de şehîd bûye û bû bavê du şehîdan e hestên xwe wiha anîn ziman; “Kurê min Şehîd Rêzan xeyal û hizirîna wî her tim şoreş û xebatên rêxistînî bû. Lewma li gorî vê xwedî seknek a ruhê şoreşgerî bû. Wî ji xwe re tu qadên têkoşînê weke asteng nedît û ji pêvajoya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li Mexmûr, Kerkûk û gelek deverên din heta çûyî Herêma Besta bê ku bikeve dudilê tevlî xebatên têkoşînê bû. Ew şehîdê tevayî gelê Kurdê bi rûmet û têkoşer e. Em bi şehadeta wî serbilindi n û dibêjîn bila serê Rêber Apo, şervanên azadiyê, gelê Kurd û gelê wargehê sax be.”

 

 

Bavê Şehîd Ehmed Kara, Hesen Kara jî da zanîn ku gelê wargehê bi ruhê xwedîderketina li şehîdan êşa wan pir sivik kiriye û got: “We hestek wisa bi min da çêkirin ku her wekî ez êşa kurê xwe Şehîd Ehmed Kara êdî hîs nakim. Kurê min, kurê tevayî gelê Kurdê bi rûmet e, sekna gelê me ya layiqê şehîdan em pir serbilind kirin. Lewma bi van hest û sozan dibêjin bila serê Serokatî, gelê Kurd, rêhevalên wî û gelê li vê derê amade sax be.”

 

Piştî axaftina malbatên şehîdan, Hevserokê Meclîsa Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Kara jî têkildarî jiyana her sê şehîdan a li nava wargehê û ya di qadên tekoşînê de axivî û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Mexmûrê got ku bila serê Rêbertî, gelê Kurd, gelê wargehê û bi taybet serê malbatên her sê şehîdan sax be.

 

Merasîma bîranînê ya Şehîd Feraşîn Zagros, Şehîd Rêzan Bûlût û Şehîd Ehmed Kara bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Ey Şehîd Xwîna Te li Erdê Namîne’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.

 

Gel, bi malbatên şehîdan re çûn cihên konê sersaxiyê hatin vedan û wê sê rojan konê sersaxiyê ji bo serdanên sersaxiyê vekirîbe.

 

 

 

 

 

(wd-eg)