Serlêdana malbatê ya ji bo Ocalan hate redkirin

31

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Biray û xwişka Rêberê PKK’ê Abdullha Ocalan Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan bi rêya parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê dabûn. Serlêdana malbatê bi hinceta Rewşa Awarte hate redkirin.

 

Her wiha serlêdana girtiyên din ên li Îmraliyê ya birayê Hamît Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aktaş jî hate redkirin.