Şîlan Kobanê û hevrêyên wê hatin bîranîn

31

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Endamên saziyên sivîl û leşkerî tevî bi dehan şêniyên bajar beşdarî civînê bûn. Navenda ku civîn lê hate lidarxistin bi wêneyên şehîd Şîlan, hevrêyên wê, wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ala PYD’ê hate xemilandin.

 

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Esed der barê jiyana şehîd Şîlan de axivî. Ehmed Esed got ku şehîd Şîlan ji biçûktiya xwe de zîrek bû û ji Tevgera Azadiya Kurdistanê hez dikir.

 

Ehmed got “Şehîd Şîlan xwedî vîneke xurt bû, ji ti tiştî neditirsiya. Ji ber vê yekê tevlî nava refên tevgerê bû. Şehîd Şîlan yek ji kesên di sala 2003’an de PYD’ê ava kirin e. Piştî şehadeta wê ji Rojavayê Kurdistanê gelek jin tevlî nava tevgerê bûn û rêya şehîd Şîlan û 4 hevrêyên wê şopandin.”

 

Paşê endamê Meclîsa PYD’ê Şêxmûs Ehmed bal kişand ku şehîd Şîlan û hevrêyên wê ku PYD’ê ava kirin, bingeha şoreşa Rojava danîn.

 

Şêxmûs di axaftina xwe de destnîşan kir ku PYD’ê wê heta ku mafê gelê Kurd û hemû gelên Rojava û Sûriyeyê bi dest bixe wê têbikoşe.

 

Ji aliyekî din ve Rêvebera Kongreya Star Sema Hemo di kesayeta şehîd Şîlan û her 4 hevrêyên wê de hemû şehîdên azadiyê bibîr anî û got, “Şehadeta wan hevalan vîna me xurt kir û îsrara me zêde kir. Her çiqas dijmin bixwaze vîna me bişkîne jî em ti carî naşkên û em ê heta dawiyê têkoşînê bikin.”

 

 

Civîn bi dirûşmên “Şehîd namirin”, bi dawî bû.

 

Şîlan Kobanê û 4 hevrêyên xwe dema ku ji bo karekî hatibûn erkdarkirin, li ser rêya bajarê Mûsilê 29’ê Mijdara 2004’an de bi destê hêzên tarî şehîd bûn.