Silêmanî: Ceyrana herêmê vegeriyaye dema salên 1980’yan

31

 

 

ROZA MIHEMED / SILÊMANÎ

Ji ber kêmbûna ceyrana giştî û kêmkirina saetên dayîna ceyranê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê welatî neçarî çira, mûm û fenerên bi şarj kiriye. Di vê demê de bazara çira û layt firoşan germ bûye.

 

 

Firoşkarekî fenerên bi şarjê dixebitin Azad Xefûr ragihand ku li Başûrê Kurdistanê di werza zivistanê de ceyran kêm dibe ku dema kêm dibe xelk pêwîstî bi amûrên ronîkirinê yên weke fener û hwd. dibînin û got: “Ji ber kêmbûna ceyranê fener pir tên firotin.”

 

 

Firoşkarekî din ê çirayan, Salih Mihemed jî diyar kir ku niha bazara çira û mûman germ e û got: “Ango pir tên firotin. Mîna salên 1980’an lê hatiye. Min beriya niha du salan çira û mûm kêm difirot. Lê, ev du sal in pir tên firotin. Em temaşe dikin berpirs dibêjin, welatî ceyranê zehf xecç dikin. Baş e hikûmet dema neft nede me, em neçar in ji bo germahiyê ceyranê bi kar bînin.

 

 

Salih Mihemed di berdewama axaftina xwe de ji berpirsên herêmê xwest û diyar kir ku eger nikarin hikûmetê bi rê ve bibin bila kursiyên xwe ji bo xelk vala bikin, ji bo welat bi rê ve bibin.”

 

 

Terziyê bi navê Mihemed Emîn ku dirûnxaneya wî li nava bazarê Silêmaniyê de ye jî ji kêmbûna ceyranê nerazî ye û dibêje ku kêmbûna ceyranê derbeyeke pir mezin li wan dide û wih axivî: “Eger ceyrana giştî nebe em neçar dimînin ku giraniyê bidin ser ceyrana jeneratorê û ev jî dibe sedem ku em pereyekî zêdetir bidin jeneratorê. Jixwe em nikarin li ser ceyrana jeneratorê cilan ûtî bikin, herî zêde rojê em dikarin tenê du cilan ûtî bikin.”

 

 

Welatiyekî niştecihê bajarê Silêmanî jî wiha axivî: “Rewşa ceyranê pir xerab e. Bi şev û roj tenê du saet ceyranê dibînin. Ev çend sal in ceyran pir ne baş e.”

 

 

(rn)