Aloziya di navbera polîsên Germiyan û artêşa Iraqê de didome

35

 

 

HAWRÊ KIRÊKAR/ GERMIYAN

 

Li ser aloziya li herêmê rêveberê ragihandina navenda polîsên Germiyan Elî Cemal Qedurî ji ajansa me re wiha axivî; “Ew hêzên Iraqê yên hatine nuqteya sînorê Neqşibendî, dixwazin ku pêşiya wan bê vekirin ji bo pêş de bên heya sînorê pêş 2003’ê ku hêzên Iraqê lê bûn.”

 

 

Elî Cemal Qedurî wiha dewam kir; “Me jî weke polîsên Germiyan ji wan re got ku heya biryar ji jorê me neyê, emê metrek jî paşda ne vekişîn. Emê rê jî nedin kes pêşde bê û hêzên me paşda bide kişandin. Me li ser bûyerê agahî daye berpirsên di ser xwe re.”

 

Di dawiyê de jî Elî Cemal Qedurî got; “Niha beşek ji polîsên Germiyan li vir mane. Beşek hatine veguhestin. Ji ber wan ji me re got em herdû vekişin cihê xwe ji bo alozî derneke û heya ji bo me herdûyan ji berpirsên jor biryarek tê.”

 

 

(rn)