Amadekariyên Cejna Êzî li Şengalê

31

 

 

SELIM EMO/ ŞENGAL

 

Cejina Rojiyên  Êzî yek ji cejinên herî kevin a Êzidya ye. Dîroka vê cejinê vedigere hezarên salan berî zayînê. Ev cejin  3’ê rojin li roja çaremîn de cejine di vê Cejinê de piraniya gelê Êzidî serbirekê yan jî pezekê ser jê dike.

 

Gelê  ku piştî kocberiya 3 salan  carek din vegeriyane ser axa xwe, ji ber nebûna derfetan dil giranin, nikarin ji bo Cejinê pezan bikirin. Bi hatina Cejinê re kirin û firotin her wek berê maye. Lê her malek nikare ji bo cejinê tiştan bikire.

 

Bazirganê kirîn û firotina pezan yê bi navê Xwedêda Qasim ji ajansa me re der barê hatina rojiyan û kirîn û firotina pez di dema rojiyan de wiha got; “Gelê me bi hatina rojiyan re pir kêm pez dikire. Ji ber ku piştî vegeriyane Şengalê ti alîkarî jêre nayên kirin. Ji ber vê jî nikarin ji bo cejina xwe pez bikirin. Bi hatina rojiyan re kirîna pez nehateye guhartin, lê her gelê me nikare bikire.”

 

 

Wer hiha zaroka ku di sûka pez de bi firotina mirîşkan ne raziye ji ber nebuna pereyan li cem Êzidiyan di derbarê karê xwede wiha got; “Ez ji bo jiyana malbata xwe vî karî dikim. Rojana hejmareka pir kêm ji mirîşkan di viroşim. Ji ber ku pereyên milet tune nikarin ji bo xwe tiştan bikirin. Niha rojiyên Êzî jî Nêzîk dibin lê her milet mîrîşkan nakire ji ber ku nikarin.”

 

 

(rn)