Çalakvanên Rojhilat: Bêdengiya hikûmetê û partiyan cihê gumanê ye

34

 

 

ELÎ QADIR /  SORAN

 

 

Balafirên şer ên dewleta Tirk berdewam xaka Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin. Herî dawî Çiyayê Asos ê bajaroka Mawen a Silêmaniyê bombebaran kirin. Lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, partiyên Başûr û Hikûmeta Iraqê li hemberî bombebaranan bêdeng e. Jîngehparêz û çalakvanên siyasî û sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê ku ji ajansa me re axivîn bombebarankirina Çiyayê Asos şermezar kirin. Bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kirin ku bibin xwedî helwest.

 

Jîngehparêz û Çalakvana Sivîl a ji Rojhilatê Kurdistanê Ronahî Sine têkildarî bombebarankirina Çiyayê Asos wiha axivî; "Ev dibe çend car Çiyayê Asos û xaka Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk û Îranê ve tê bombebarankirin û ziyan digihe xelkê û jîngeha Kurdistanê. "

 

 

Ronahî axaftina xwe wiha domand; "Bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê rewabûnê dide dijmin, ji bo ku êrîşî gelê me bike û jîngeha me wêran bike. Ji ber vê yekê em bêdengiya hikûmetê û aliyên siyasî û êrîşên dewleta Tirk û Îranê şermezar dikin. Em êdî van êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê napejirînin. Em ê bibin xwedî helwesteke cidî."

 

Her wiha Çalakvana sivîl a ji Rojhilatê Kurdistanê Mizgîn Seqiz wiha axivî; "Armanca êrîşên dewlata Tirk û Îranê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê, dijminahiya li ser her çar parçeyên Kurdistanê ye. Weke tê zanîn di navbera Tirkiye û Îranê de nakokiyên mezin hene, lê ji bo êrîşkirina li ser gelê Kurd dibin yek û hevpeymanên li dijî Kurdan çêkirin. Li dijî Kurdan dibin yekdeng."

 

 

Mizgîn Seqiz wiha dawî li axaftina xwe anî; "Bi bombebarankirina Çiyayê Asos îrade û baweriya gelê me lewaz nebe. Baweriya me xurt e û azadiya gelê me nêzîk e."

 

Çalakavana siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê Azîta Sine têkildarî bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de wiha got; "Tişta ecêb bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî bombebaranan e. Bi rastî ev bêdengî cihê gumanan e. Bêdengiya hikûmetê nîşaneya razîbûna bombebaran û êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê ye."

 

 

(ab/rn)