Civîna Serokê Fransa û şanda hikûmeta Herêmê bi dawî bû

28

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku piştî civînê hate lidarxistin de, Serokê Fransa Emmanuel Macron axivî û got; “Divê ji destûrê re rêz bê girtin. Desthilata hikûmeta Federal li xalên sînor bicih bibe. Hemû hêzên milîs li gel Heşdî Şebî jî piştî diyalogê nemînin.”

 

‘Fransa piştgiriya mafên Kurdan di çarçoveya destûra Iraqê de dike’

 

Macron got; “Divê hemû dehata Iraqê bi şêweyek wekhev bê parvekirin. Divê madeya 140 jî bê pêkanîn. Di civînê de me li gel şanda herêmê qala şerê dijî terorê kir. Piştgiriya Fransa ji bo gelê Kurd dubare kir. Fransa timî dostê gelê Kurd bûye. Carek din piştgiriya tevahî mafên gelê Kurd di çarçoveya destûra Iraqê de dike.”

 

Piştre Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî axivî û got; “Divê ji bo Iraqek yekgirtî rêz ji destûr û yasayê re bê girtin. Mijara referandûmê temam bûye û me pêştir jî gotiye ku em rêzê ji biryara dadgeha Fedelar a Iraqê re digirin.”

 

Duh şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji Şanda hikûmetê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, cigirê wî Qubad Talebanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê Fûad Hisên, Berdevkê Hikûmeta Herêmê Sefîn Dizeyî pêk dihat, piştî serdana xwe ya li Tirkiyê, derbasî Fransa bû.

 

Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê di deriyê Sînorê Xabûr re derbasî Tirkiyê bûn û ji wir bi balefirê çûne Fransa. Ji ber pêkhatina referandûma 25’ê Îlona 2017’ê li Herêma Kurdistanê, ji aliyê Iraqê ve balafirên Herêma Kurdistanê hatine girtin.

 

(rn)