‘Divê sînorek ji bombebaranan re were danîn’

22

 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

Balafirên şer ên dewleta Tirk ku timî xaka Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin, herî dawî 27'ê Mijdarê Çiyayê Asos ê girêdayî bajaroka Mawen ê Silêmaniyê bombebaran kirin. Gundê Gelale jî dikeve herêma Çiyayê Asos û ji ber bombebaranê bax û rezên gundiyan zerar dîtin. Niştecihên gundê Gelale ji ajansa me re qala bombebaranê kirin.

 

Niştecihên gundê Gelale Selih Hîdayet wiha got; "Em li vî gundî hingiv, mewîj, tirsî, bax û rezên xwe ve mijûlin. Ev gund ji gelek şoreşan re bûye dergûş. Dema bombebaranê de em ji gund derketin û êrîşî ser me kirin."

 

Selih Hîdayet bal kişand ser berhemên ji dema leşkerên rejîma Baas mayî û got; "Ev tank ji dema leşkerên rejîma Baas ve maye. Êdî em ji bombebaranan û tankan natirsin. Lê divê sînorek jêre were danîn. Ji ber ku dibistana gundê me hatiye girtin û jiyana asayî nehiştine."

 

Zarokê temenê wî 9 salî yê ji gundê Gelale wiha behsa bombebaranên dewleta Tirk kir; "Dema ku balafir hat bombe avêt. Dengê wê bilind bû. Du balafir bûn. Ez li derve bûm, gelekî tirsiyam. Dema balafir hatin şev bû."

 

Balafirên şer ên dewleta Tirk ku timî xaka Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin û her çiqas ku gel jê nerazî ye jî hê hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li hemberî bombebaranên dewleta Tirk nebûne xwedî helwesteke cidî û pêşî li êrîşan negirtine.

 

(ab/rn)