Ferhad Qadir: Mafê parlamentoyê tenê kêmkirina budçeyê ye

25

 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

 

 

Tê payîn ku îro Parlamentoya Iraqê der barê bûdçeya giştî ya Iraqê ya sala 2018'an, pêşniyarqanûna ji bo Herêma Kurdistanê ya ji sedî 12.67 hatiye destnîşankirin, bicive.

 

Parlamenterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yê Parlamentoya Iraqê  Ferhad Qadir têkildarî rûniştina îro ya parlamentoyê ji ajansa me re wiha got; "Li gorî bernameya Parlamentoya Iraqê, îro rûniştina yekem ji bo pêşniyarqanûna bûdçeya giştî ya Iraqê dê pêk were. Ev rûniştin rûniştineke ne asayî ye, ji ber ku parlamento di betlaneya xwe ya demsalî de ye. "

 

Ferhad Qadir ragihand ku ji ber betlaneyê piraniya parlamenterên Kurd ji Bexda çûne Herêma Kurdistanê û got; "Hinek parlamenter li Bexda mane, neamadebûna li vê rûniştina parlamentoyê ti pirsgirêkan çênake, ji ber ku wê tenê pêşniyarqanûn were xwendin û guftûgo li ser were kirin."

 

Ferhad Qadir li ser pirsa; 'Gelo ji bo bûdçeya Herêma Kurdistanê bi awayê ji sedî 17 bimîne, hûn ê çi bikin?' wiha bersiv da; "Bi rêya axaftina bi komên re, bi taybet komên Şîeyan ên cuda me zêdetir zext li hikûmeta Iraqê û Ebadî kiriye ku proje di berjewendiyên xelkê Herêma Kurdistanê de be. Lê mixabin, ti guhertin têde nehatiye kirin."

 

Parlamenterê Iraqê Ferhad Qadir diyar kir ku tenê mafê parlamentoyê heye ku budçeyê kêm bike, ji ber wê nikare di bûdçeyê de para Herêma Kurdistanê zêde bike.

 

(ab/rn)