Foza Yûsif: Hilbijartin wê bibin rêya çareserkirina aloziya Sûriyeyê

28

 

 

 

 

 

Foza Yûsif der barê birêveçûna hilbijartinên rêveberiyên herêmî ji ajansa ANHA’yê re axivî. Foza Yûsif di destpêka gotinên xwe de hilbijartinên rêveberiya herêmî yên Bakurê Sûriyeyê Ii tevahî gelên Bakurê Sûriyeyê pîroz kir û wiha got: “Me îro li Bakurê Sûriyeyê bi gelê xwe re rojeke dîrokî jiya. Gel bi van hilbijartinan dengê xwe bi vîna xwe da.”

 

Foza Yûsif serkeftina hilbijartinan li hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê (Ereb, Suryan, Çaçan, Kurd û hwd.) pîroz kir.

 

Di berdewamiya axaftina Foza Yûsif de hate gotin ku ji bo hilbijartin baş derbas bibe û di aliyê ewlekariyê de tu pirsgirêk dernekevin hêzên ewlekariyê erka xwe bi cih anîn û keda wan vala naçe.

 

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Federal ked û tevlîbûna mamosteyan ku li ser sindoqan sekinîn bi bîr xist û got: “Mamostayan bi wijdan karê xwe dan meşandin û bi saya wan hilbijartin bi awayekî azad û demokratîk birêve çûn.”

 

Foza Yûsif Komîseriya Bilind a Hilbijartinan ku ev çend meh li ser hev dixebitê jî spas kir.

 

Di berdewamiya gotinên Foza Yûsif de hat destnîşankirin ku hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên Bakurê Sûriyeyê di pêvajoyeke hesas de çêbûn û got: “Gelek hewldan hene ku aloziya Sûriyeyê tê re derbas dibe, were çareserkirin. Em jî weke gelê Bakurê Sûriyeyê hewl didin bi riya hilbijartinan û bi vîna gel demokrasiyê li Sûriyeyê çêbikin. Em dixwazin ji salên şoreşa Sûriyeyê ku derbas bûn, re bibin bersiv. Em bi hêvî ne ku ev hilbijartin bibin destpêka çareserkirina aloziya Sûriyeyê û ji bo hemû pêkhateyên gelên Sûriyeyê bibe çareseriyeke demokratîk. Em careke dîtir dibêjin ku ev hilbijartin dê bibin riya çareserkirina aloziya Sûriyeyê û aloziya tevahiya Rojhilata Navîn.”

 

Hevseroka Desteya Rêveber a Fedraliya Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em di vê roja dîrokî de cangoriyên xwe bi bîr tînin. Bi saya wan em gihîştin van deskeftiyan û soza xwe ya şopandina riya wan nû dikin. Serkeftin wê ya gelên demokratîk be.”