Hêzek polîsên Germiyan hate şandina sînorê Neqşibend

30

 

 

 

HAWRÊ KIRÊKAR/ GERMIYAN

 

Der barê mijarê de rêveberê ragihandina navenda polîsên Germiyan Elî Cemal ku ji ajansa me re axivî, got; “Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê hêzên polîsên Germiyan li gel hêzên Iraqê sînorê Neqşîbend hatin bicihkirin. Piştî ew lihevkirina di navbera Kurd û Heşdî Şebî li sînorê Xaneqîn, îro hêzek artêşa Iraqê ji hêzên polîs û asayişê yên Germiyan re gotine ku divê herêmê derbikevin. Divê ev sînore weke pêştir cardin bikeve dibin kontrola artêşa Iraqê de.”

 

Elî Cemal wiha jî got; “Hêzek taybet a polîsên Germiyan ji bo sînorê Neqşibend hatine veguhestin. Ev ji bo destûr nedin hêzên Iraqê bên pêştir. Ev hêzên Iraqê ji aliyê hêzên Operasyona Dicle ve hatine şandina ji bo vî sînorî. Heya ji wan re fermana dijî hêzên polîst û asayişê şer jî bikin.”

 

 

Her wiha Elî Cemal diyar kir ku hêzên polîsên Germiyan re fermana li dijî her êrîşek a hêzên Iraqê de bersiv bidin û destûr nedin pêş de bên, hatiye dayîn.

 

Nuqteya sînor a Neqşibend dikeve ser sînorê navbera bajarokê Qeretepe û navçeya Kelarê yên girêdayî Germiyanê. Piştî pêvajoya azadkirina Iraqê ve di destê hêzên Kurdan de ye.

 

(rn)