Iraq dixwaze li Germiyan bikeve sînorê 2003’yan

23

 

 

HEWRÊ KIRÊKAR / KELAR

 

 

Heşdî Şebî û artêşa Iraqê îro berê xwe dan nuqteya kontrolê ya Şêx Bawe ku dikeve navbera bajaroka Kifrî û Celewla û xwestin sînorê beriya sala 2003'yan di destê Iraqê de bû kontrol bikin.

 

Rêveberê Navenda Asayîşa Bajaroka Gokis a Germiyan Simko Cebar têkildarî mijarê ji ajansa me re wiha got; "Hêzên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê bi çend Hammera hatin nuqteya kontrolê ya li gundê Şêx Bawe. Ev nuqteyeke hevbeş a Artêşa Iraqê û Asayîşa Germiyan têde ye. Daxwaz kirine rê ji bo wan were dayîn da ku biçin sînorê dawî yê di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de. Me li gel vê hêzê guftûgo kir. Dixwazin bên gundê Qerebalax Xwar ku berî sala 2003'yan di destê artêşa Iraqê de bû. Lê em rê nadin pêşve bên û me ji wan re got ku we, heya di asta jor de ji bo me ferman neyê emê rê nedin."

 

Simko Cebar diyar kir ku hêzên Iraqê vekişiyane Celewla û got; "Piştî ku fêm kirin em rê nadin vegeriyan, bê ku ti alozî û pirsgirêk çêbibe."

 

Li herêma Germiyan sînorê dawî yê di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê li gundê Qerebalax Xwar e ku 15 kîlometre ji navçeya Kelar dûr e. Gund dikeve başûrê Kelar. Gundê Qerebalax Xwar di warê cografî de girêdayî bajaroka Kokis e.

 

(ab/rn)