Îsraîlê li baregeheke Îranê da

30

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Rojnameya Haartetz a Îsraîlê ragihand ku Îsraîlê baregeha leşkerî ya Îranê ya li Sûriyê xist. Li gor nûçeya bi awayê lezgîn hat weşandin, êrîş li El Kisva ya 13 kîlometre dûrî Şamê ye pêk hat. Jetên Îsraîlê yên qada hewayî ya Lubnanê bi kar anîn, baregeha leşkerî ya Îranê kirin armanc.

 

Piştî bomberûmana balafiran dengê teqînan bilind bû. Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûryeyê ya navenda wê li Londra ye diyar kir ku piştî teqînan li Şam û derdora wê di asteke zêde de elektrîk qut bûne.

 

Li hemberî êrîşan jî pergala parastina hewayî ya Sûriyeyê fûze avêtin jetên Îsraîlê. Li dijî bomberdûmanê ji Sûriye û Îranê hê ti daxuyanî nehatiye dayîn. Rayedarên Îsraîlê jî ti şîroveyan nakin.