Jinên Girtî li dijî zextan 30 roj in di greva birçîbûnê de ne

22

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê 6 jinên girtî, 30 roj in li hemberî pêkanînên kêfî yên rêveberiya girtîgehê di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne. Nîhat Îldan, bavê Rozerîn Îldan a girtî, têkildarî mijarê agahî dan û wiha got: "Çar meh in em hay ji zarokên xwe tinene, hevdîtin tine ye. Em nizanin ka li wir çi diqewime."

 

Îldan ev agahî parve kirin: "Çar meh in hemû nameyên ku me şandin li me hatin vegerandin. Hemû daxwazên me yên ji bo hevdîtinê hatin redkirin. Me kincên zivistanê ji Rozerînê re şandin, lê negirtin. Me ji keseke ku ji girtîgehê tehliye bû, piştî 4 mehan agahî wergirtin. Hevaleke wan a girtî tehliye bû. Em bi rêya wê hay ji wan çê bûn û em hîn bûn ku Rozerînê jî di nav de 6 jinên girtî 30 roj in di greva birçîbûnê de ne." Îldan bang li raya giştî kir da destekê bidin girtiyên di Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê de û ev tişt gotin: "Zarokên me ji bo çi li ber xwe didin, em jî ji bo wê. Daxwazên zarokên me daxwazên me ne jî."

 

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê û endama Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê Ayşe Acara Başaran, diyar kir ku wan têkildarî mijarê bi rayedarên Wezareta Dadê re hevdîtin çêkiriye, lê belê wan encameke erênî bi dest nexistiye. Her wiha Başaran diyar kir ku wan bi gerînendeyê girtîgehê re jî hevdîtin çê kiriye û hevdîtinên wan didomin. Başaran wiha got: "Heta em encamekê bi dest nexin wê hewldanên me yên di vî warî de bidomin."

 

Çi bûbû?

 

Der barê nêzîkatiyên nebaş ên li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê de bi hastaga #ElazığdaİşkenceVar kampanyayek hatibû destpêkirin. Parêzerên ku serdana girtîgehê kiribûn, diyar kiribûn ku koma bi navê "Tîma A" bi awayekî fizîkî şidetê li jinên girtî dike. Her wiha hefteya borî hatibû îdiakirin ku bi hinceta şewat derketiye bi ava şid avêtina ser qawîşên jinan û 4 jinên girtî birîndar bûne. Li gel vê li girtîgehê kartên stûyan ên li ser "teror" nivîsandî li girtiyan hatiye ferzkirin û girtiyên ku van kartan naxin stûyên xwe ji mafên hevdîtin, telefon, revîr, kargo hwd. tên mehrûmkirin.