KNK: Em hêvî dikin hilbijartin ji bo xelkên navçeyê bibe wesîleya jiyaneke azad

24

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî  hilbijartina Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ya duh pêk hat daxuyaniyeke nivîskî weşand.

 

Daxuyaniya KNK’ê ya li ser hilbijartinê wiha ye:

 

“Ev pêvajoya hilbijartinan bi serê xwe karekî girîng û pêdivî bû û di du qonaxan da ev karê bi serkevtî hate encamdan. Hêvî ew e ku bi hilbijartinên meha yekê ya sala 2018’ê jî ev pêvajoya demokratîk bê temamkirin û xelkên vê cografyayê bibin xwedî rêveberiya xwe bi xwe.

 

Ev hilbijartin hem ji bo Rojavaya Kurdistanê, ku parçeyê herî mezin ê Federasyona Bakurê Sûriyeyê ye û hem jî bo navçeyên ku xelkên din ên Ereb, Suryanî, Ermenî, Çerkez û her wiha xwedanên baweriyên dînî û mezhebî yên cuda lê dijîn gelek girîng bû ku bikarin bi van hilbijartinan nîşan bidin ku heke bi îradeya xwe ya demokratîk hereket bikin dikarin jiyaneke hevreyî ya demokratîk bi hev re ava bikin.

 

‘Di nav êrîşkariyeke mezin de hilbijartin çêbûn’

 

Ev hilbijartin di demeke wisa da hatin kirin ku dagirkerên Kurdistanê di nav êrişkariyeke mezin de ne. Di nav ewqas arêşe û çembera agirê gur de hem organîzekirina van hilbijartinan hem pratîzekirina wan bi serê xwe serkevtinek e. Ji ber hindê em KNK rêveberiya Federasyona Bakurê Sûrîyeyê û Rêveberiya Rojavaya Kurdistanê û hêza asayîşe û her wiha hêza parastina vê cografyayê YPG û YPJê jî pîroz dikin ku hilbijartin di nav ewlekariyê de dane kirin. Şik tê da nîne tu kar û xebat bêyî kêm û kêmasî, bêyî xeletî nayên kirin. Her wiha di hemû hilbijartinan de dibe ku encam û pêvajoya hilbijartinê ne bi dilê hemû kesan bin. Ev jî sihê naxe ser encamên hilbijartinan. Li gel vê yekê jî nûnerên 24 partî û gelek kesên serbixwe bi zêdeyî 5 hezar û 470 namzetan, di nav de Ereb, Suryan, Kurd, Çerkez, Ermen, Turkmen û pêkhateyên din di pişbirkê de bûn.

 

Malavayî ji bo çavdêrên hilbijartinê

 

Cihê kêfxweşiyê ye ku ji parçeyên din ên Kurdistanê û ji welatên cuda heyetên çavdêriyê çûne navçeyê û hilbijartin ji nêzîk ve şopandine. Bi taybetî hevserok û nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), parlamenter û nûnerên HDP, nûnerên fraksiyonên PDK, Goran û YNK li Parlamenta Kurdistan û hinek organîzasyonên sivîl jî nimayenedeyên xwe rê kirin navçeyê û piştevaniya vê pêvajoya hilbijartinan di cihê xwe de kirin ku ev cihê teqdîrê ye.

 

‘Bila bibe wesîleya jiyana azad, demokratîk û wekhev’

 

KNK hêvî û daxwaz dike ku hilbijartinên Federasyona Bakurê Sûriyeyê ji bo xelkên navçeyê bibin wesîleya jiyaneke azad, demokratîk û wekhev. Her wiha tê hêvîkirin ku ev sîstema li cografyaya Federasyona Bakurê Sûriyeyê bibe çirûska xêr û xweşiyê ku li temamê Sûriyeyê sîstemeke federal û demokratîk an jî konfederal û demokratîk were avakirin ku hemû xelkên li Sûriyeyê li ser esasê xwezî û daxwazên xwe yên demokratîk karibin bi hev re wekhevane, azadane û demokratîkane bijîn.

 

‘Em serkeftinê dixwazin’

 

Di serî de Rêveberiya Federasyona Bakurê Suriyeyê û hemû kesên organîzekirin û pêkanîna vî karî de beşdar bûn, kesên çûn ser sindoqan deng dan, her wiha kesên weke namzet beşdarî hilbijartinan bûn û kesên hatin hilbijartin, em wek KNK, hemûyan pîroz dikin û serkeftinê dixwazin.”

 

(rn)