Li Îranê girtiyê siyasî yê Kurd Efşîn Hisên hat êşkencekirin

38

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Birayê girtiyê siyasî yê Kurd Efşîn Hisên Penahî, Ehmed Hisên Penahî li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku birayê wî Efşîn Hisên Penahî li girtîgehê hatiye êşkencekirin, da ku derkeve televîzyonê û li dijî malbata xwe tiştên ne rast bêje.

 

Efşîn Hisên Penahî çalakvanekî siyasî ye, piştî birayê wî Ramîn Hêsên Penahî bi birîndarî li Sine tê desteserkirin û piştre li dadgehê bê ku sûcê wî were eşkerekirin 8 sal û nîv cezayê girtîgehê lê tê birîn, tê desteserkirin,

 

Zextên li ser Efşîn Hisên Penahî û malbata wî zêde bûne, ji bo li ber kamerayan biaxive û li dijî malbat û birayê xwe tiştên ne rast bêje, lê piştî ku Efşîn Hisên Penahî neaxivî dest bi êşkenceyê kirine. Her deh neynûkên tiliyên piyên wî kişandine û dane ceryanê.

 

Rewşa Efşîn Hisên Penahî gelek xerabe, tevî vê yekê jî ne tenê nabin nexweşxaneyê, êşkenceya herî giran jî lê tê kirin.

 

Efşîn Hisên Penahî çalakvanekî siyasî ye, birayê Ramîn Hisên Penahî ye ku 24'ê Tîrmehê li gel Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li bajarê Sine ketin kemîna hêzên rejîma Îranê. Piştî şer, Ramîn Hisên Penahî bi birîndarî kete destê hêzên Îranê. Neya niha ti agahî nedane malbata wî.

 

(ab/rn)