Li paytext Bexdayê Maratona li dijî şîdeta li ser jinê

41

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Îro bi înîsiyatîfa Desteya Wezîran a Iraqê, Wezareta Ciwan û Werzîşê û Neteweyên Yekbûyî di çarçoveya pêngava 16 rojî ya li dijî şîdeta li ser jinê ya bi dirûşma ‘Na ji şîdeta li ser jinê re’ maratoneke bezê hate lidarxistin.

 

Maratona bezê bi beşdariyeke çalak a jinan, li ser Kolana Ebû Newas ji Pira Cumhuriyetê dest pê kir heya ber Peykera Şehrezat û Şehreyar pêk hat.

 

Beşdarên Maratonê bi dirûşma, ‘Na ji şîdeta li ser jinê re’ tevlî vê xebatê bûn û bi taybet îşaret bi şîdeta li ser jinê ya di çapa Iraqê de derketin.

 

Maratonvanan daxwaza derxistina qanûnên ku pêşî li şîdetê bigire ji hikûmetê kirin.

 

Li tevayî Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî ji 25’ê Mijdarê ve ku dest pê kir heya 16 rojan çalakiyên curbicur ên li dijî şîdeta li ser jinê li dar dixin. Ev çalakiya maratonvanan jî di vê çarçoveyê de hatiye lidarxistin.

 

Hêjayî gotinêye ku berî niha bi demekê pêşniyarqanûneke li dijî jinan li Parlamentoya Iraqê hatibû amadekirin, di nav de zewaca bi rêya îmam ku pêşî li zewaca di temenê biçûk de vedike û bêparhiştina jinê ji mîras hebû hatibû amadekirin. Lê, li ser nerazîbûna beşek parlamenteran û rêxistinên jinan li Başûrê Kurdistanê ev pêşniyarqanûn heya niha di dengdanê re nehatiye derbaskirin.

 

 

 

Wêne: Malperên Iraqî