Li Şengalê 2 gorên komî yên Kurdên Êzîdî hatin dîtin

25

 

 

ŞENGAL / ROJNEWS

 

 

Navenda Ragihandina Hêzên Heşdî Şebî îro bi daxuyaniyekê ragihand ku li başûrê Şengalê 2 gorên komî yên cenazeyên nêzî 140 Kurdên Êzîdî têde ne ku piraniya wan jin û zarok in ji aliyê hêzên wan ve hatine dîtin.

 

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Hêzên Heşdî Şebî îro danê sibehê li herêma Cizîre ya başûrê Şengalê goreke komî dîtine, cenazeyê 80 kesan têde ye, piraniya wan Êzîdî ne. Hêzeke din a Heşdî Şebî îro danê sibehê li gundê Qabasî yê dikeve başûrê Şengalê goreke din a komî dîtin, cenazeyê 20 jin û bi dehan zarokên Êzîdî têde ye. Bi giştî di her du goran de cenazeyên nêzî 140 welatiya hene. Em li bendê ne ku tîmên lêkolîna nasnameyan bên bi rêya DNA nasnameyên wan diyar bikin."

 

Di dema çeteyên DAIŞ'ê 3'yê Tebaxa sala 2014'an de êrîşî Şengalê kirin, bi hezaran jin û zarokên Êzîdî ketin destê çeteyên DAIŞ'ê de û bi hezaran jî hatin qetilkirin. Heya niha çarenûsa bi sedan kesan nediyar e.

 

(ab/rn)