Li Seyîdsadiq li ser 25’ê Mijdarê panelek hate dayîn

25

 

 

HAWKAR MISTEFA/ SEYÎDSADIQ

 

Di destpêka panelê de çalakvana biwarê jinan Kiwêstan Mihemed ku axivî, bal kişande ser sedemên pêkhatina tundiya dijî jinan û wiha dewam kir; “Sedema mezin ne perwerdekirina malbatî ye. Her wiha pirsgirêkên derûnî yên kesan. Gelek sedemên din jî hene. Divê li hemberî van jinan di aliyê parastina mafê xwe de bên hişyarkirin.”

 

‘Yasayên girêdayî mafê jinan nayên xistina meriyetê’

 

Piştre berpirsê odeya parêzerên navçeya Seyîdsadiq Osman Reûf jî wiha got; “Hinek yasayên baş hene ku parastina mafê jinan bikin. Belê pirsgirêk ewe ku weke heyîn nayên xistina meriyetê. Divê aliyên peywendîdar ji bo pêkanîna van yasayên ku li parlamentoyê derketine, hewldanên cidî bidin.”

 

‘Li herêmê jin di rewşek nebaş de ne’

 

Di dewama panelê de Burhan Ehmed jî axaftinek pêşkêş kir û wiha pêde çû; “Jinên herêmê û bi taybetî jinên Seyîdsadiq di rewşek nebaş de ne. Ji ber ku heya niha li herêmê hemû cûrên tundiyên tên meşandin. Di nav de kuştin, gef lêxwarin û destdirêjiya ser jinan dewam dike. Ev jî gihaye wê astê gelek jin ji bo rizgarbûna ji vê rewşê, xwe bikujin an bi şewitînin. Ji ber vê jî her bîlançoya xwekuştin û şewitandinê zêde dibe.”

 

 

‘Jinên rastî tundiyê tên ji tirsên malbatê newêrin gilî bikin’

 

Her wiha çalakvana mafê jinan Sebriye Xefar jî wiha axivî; “Mixabin hîna di civaka Kurd de cûdakariya rêgezî heye. Heya ev cûdakarî hebe jî rewşa jinan wê her nebaş be. Dima ku li hemberî jinê tundî tê kirin, ji tirsên bav, bira û malbatê de newêre serlêdana dadgehê bike û doz veke. Ji bo wê jî em dibînin tundiyên li ser jinan zêdetir dibin.”

 

Panel di dawiyê de bi pirs û bersivan bi dawî bû.

 

(rn)