Li Xoresan nivîskarekî Kurd hate desteserkirin

33

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê Nivîskarê Kurd Elî Reza bajarê Kelat Nadirî ya Parêzgeha Xoresanê ji ber nivîsandina gotarekê, Dadgeha Şoreşê ya bajarê Kelat Nadirî bang kiriye û piştre desteser kirine.

 

Nivîskarê Kurd Elî Reza piştî rûniştineke kurt a dadgehê şandin Girtîgeha Wekîl Abadî ya bajarê Meşhed.

 

Nivîskarê Kurd Elî Reza Spahî heya niha zêdeyî 10 pirtûk bi zimanê Kurdî û Farisî nivîsiye.

 

Elî Reza heya niha çend carên din jî ji aliyê Îtlaeta rejîma Îranê ve hatiye desteserkirin.

 

(ab/rn)