Li Yemenê hêzên serokê berê gelek deverên girîng kontrol kirin

26

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Îro danê sibehê di navbera çekdarên Husiyan û hêzên serokê berê yê Yemenê yê ji desthilatê hatibû xistin Elî Ebdullah Salih şerekî dijwar rû da.

 

Li gorî nûçeya Skynews a Erebî hêzên Salih avahiya serokatiya welat, wezareta parastinê, banka navendî û wezareta maliyê û asayîşa neteweyî yên li paytexta Yemen Sanayê kontrol kirine.

 

Li gorî heman çavkaniyê, avahiya televîzyona dewletê ji kontrol kirine.

 

Hêzên Salih îro bang li eşîran kir ku li dijî çekdarên Husiyan rabin.

 

Duh jî di navbera çekdarên Husiyan û hêzên Salih de şer qewimîbû û li gorî çavkaniyan di şer de bi dehan kes hatibûn kuştin.

 

(ab/rn)