Pirtûka ‘Dîrokek ji Agir’ cara 4. hate çapkirin

23

 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

 

 

Li Pirtûkxaneya Xezelnus a li Silêmaniyê saet 14.30'an çapa 4. a Pirtûka 'Dîrokek ji Agir' a ji aliyê Hesen Cûdî ve hatiye nivîsandin bi merasîmekê hate nasandin û belavkirin.

 

Nivîskarê Pirtûka 'Dîrokek ji Agir' Hesen Cûdî di axaftina xwe ya merasîmê de wiha got; "Ev pirtûk behsa dîroka mezinbûn û berfirehbûna PKK'ê dike. Pirtûk çavkaniya xwe ji Heval Cemîl Bayik digire, Heval Cemîl Bayik yek ji damezinerê PKK'ê û yek ji karakterên girîng ên dîroka PKK'ê ye. Ev pirtûk cara çaremîn e tê çapkirin, lê di rastiyê de 5 caran hatiye çarkirin. Carekê ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên Başûrê Kurdistanê ve hate komkirin û niha li odeyeke tarî ya wan tê girtin. Her wiha du caran ji hatiye qedexekirin."

 

Hesen Cûdî ragihand ku gelek tezên master û doktora sûd ji vê pirtûkê girtine û got ku niha di nava PKK'ê de weke pirtûkeke perwerdeyê tê bikaranîn.

 

Pirtûka 'Dîrokek ji Agir' bi awayê hevpeyvîneke rojnamegerî hatiye nivîsandin. Hevpeyvîn bi Hevserokê Giştî yê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik re hatiye kirin û yekemîn car sala 2008'an hatiye çapkirin.

 

 

(ab/rn)