Pisporan li Hewlêrê şîdeta li dijî jinê guftûgokirin

31

 

 

QERECÛX  ENWER / HEWLÊR

 

Îro rêxistina Mesele ya ji bo pêşxistin û girîngîpêdana mafê mirovan bi hemahengiya Neteweyên Yekbûyî li salona Otêla Çarçira ya bajarê Hewlêrê gûftûgoyek dibin sernavê “Fêmkirina armanca şîdeta dijî jinan û bandorên wê yên derûnî,” li gel komek bijîşk û pisporên di vê derbarê de yên Kurd û Ereb meşand.

 

Endama Rêxistina Melsê Şehla Hisên têkildarî armanca vê gûftûgoyê axivî û got: “Armanca me ji vê guftûgoyê agahdarkirin û hişyarkirina mamosteyên zankoya Hewlêrê ya beşa bijîşkane. Ji bo di pêvajoya xwendinê de xwendekaran di vê derbarê de agahdar bikin ku çawa nêzî ew jinên rû be rûyê şîdetê hatine bibin, nirxandin û guftûgoyek hate meşandin.”

 

 

Şehla di berdewama axaftina xwede got ku ew zêdetir li ser ew mamosteyên zanko ku di heman demê de klînîkên xwe yên taybet hene disekinin ku ew zûtir û taybettir bi van jinên rû be rûyê şîdetê hatine re eleqeder dibin.

 

Li gorî rêjeya şîdeta ku di 9 mehên destpêkê yên sala 2017’an de li herêma Kurdistanê hatine dayîn, li gorî sala 2016’an gelek zêdetir bûye. Di rêza yekemîn de jî parêzgeha Hewlêrê tê.