Plana kuştina Serokê Meclîsa Mendelî têk çû

29

 

 

EMÎR XANEQÎNÎ / XANEQÎN

 

 

Şevê din saet 09.30’an de li ber mala Azad Hemîd Şefî ku bi eslê xwe Kurd e û Serokê Meclîsa Bajaroka Mendelî ye bombeyek teqiya.

 

Çavkaniyeke ewlekariya Mendeliyê der barê bûyerê de ji ajansa me re axivî û got: “Teqîn hewldanek bû ji bo kuştina Serokê Meclîsa Diyale bûye sedema birîndarbûna du kesan ku navê yek ji wan Teha Reşîd e û endamê meclîsa bajarokê Mendelî ye. Yê din jî Ebas Mihemed e û polîs e. Lê serokê meclîsê rizgar bû.”

 

(rn)