Rûniştina Parlamentoya Iraqê dest pê kir

28

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Rûniştina Parlamentoya Iraqê ya ji bo pêşniyarqanûna bûdçeya giştî ya Iraqê ya sala 2018'an bigire dest bi beşdariya 167 parlamenteran dest pê kir.

 

Li gorî bernameya rûniştina parlamentoyê, wê li ser hilbijartinên meha Gulana 2018'an jî guftûgo werin kirin.

 

Her wiha wê pêşniyarqanûna bûdçeya giştî ya Iraqê ya sala 2018'an were nîqaşkirin. Ev pêşniyarqanûn ji aliyê Komîsyona Darayî ve hatiye amadekirin û ji 48 bendan pêk tê.

 

Di pêşniyarqanûnê de ji bo Herêma Kurdistanê para ji bûdçeyê ji sedî 12.67 hatiye veqetandin. Salên berê ji bo Herêma Kurdistanê ji sedî 17 dihat veqetandin.