Şandeya çavdêriyê ya Bakur: Rojava dibe modela demokrasiyê

32

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Şandeya ku ji Başûr û Bakurê Kurdistanê hatin Rojava li herêmên hilbijartinê geriyan û çavdêriya hilbijartinê kirin. Endamên Şandeyê çavdêriyên xwe bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re parve kirin û diyar kirin ku li aliyekî tevlîbûna jin û ciwanan li aliyê din jî tevlêbûna hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê ya di nava hilbijartinan de bala wan kişandiye. Endamên şandeyê wiha gotin: “Vê rastiyê kelecaneke mezin bi me re çêkir. Ya ku me dît li Bakurê Sûriye bi van hilbijartinan sîstemek nû tê damezirandin.”

 

‘Pergala Rojava ji bo herêmê dibe model'

 

Ji endamên şandeyê Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe ya ku li Hesekê çavdêriya hilbijartinan kir, got ku, bi taybet tevlîbûna jin û ciwanan ya hilbijartinan gelek bala wê kişandiye.

 

Ozgokçe der barê çavdêriyên xwe de wiha axivî: “Tişta ku di despêkêde bala min kişand beşdarbûyîna gel ya hilbijartinan bu. Bi rastî eleqeyek mezin ji bo hilbijartinan hebu. Gelên ereb, kurd, turkmen, sûryan hemuyan jî bi coşeke mezin hilbijartin pêşwazî kirin. Pîvanê demokrasiye yên ku demokrasî bê wan ne pêkane me îro jê re şahidî kir. Ji bo ku hilbijartin bi awayekî rêk û pêk bi ser bikevin hemû amadekarî hatibûn kirin. Her kesek li gor pîvanên ku hatibû diyarkirin pêk hat. Ji xwe ev hilbijartin ji hilbijartinan wêdetir, pêkanîna sîstema demokratîk ya Bakurê Sûriyeyê bû. Ji bo wê jî her kesek ji cihê xwe de xwe tevlê kar û xebatên hilbijartinan dikir. Ez van hilbijartinan hem li gelên Sûriyeyê hem jî li gelên rojhilata navîn pîroz dikim. Ev sîstema ku niha pêk tê, piştî berdêlên pir giranbuha pêk tê. Gelên vê herêmê li hember çeteyên DAIŞ têkoşînek gelek mezin dan meşandin. Piştî vê tekoşîne ev sîstem li pêşket. Ez bawerim ku ev sîstem wê pêl bi pêl li hemû herêm û cîhanê belav bibe.”

 

Endama Desteya Rêveber ya HDP’ Fatima Gok jî çavderiyên xwe wiha anî ziman: “Min di nav koma ku li Hesekê çavdêrî kir de cih girt. Min di çavên her kesekî de coşeke gelek mezin dît. Ji bo ew hestên ku ger jin be ger jî mêr be jiyan dikirin gelek giranbuha bû. Li vê derê civakek û pergalek nû tê afirandin. Ew ciwanên ku li ser sindoqan kar dikirin pir bi xwestek û pir bi xwe bawer bûn. Her tim tê gotin ku şoreşa rojava şoreşa jinê ye. Li gor min çiqas şoreşa jinê ye ewqas jî ya ciwana ye. Li aliyê din bi nêrîna demokratîk bûyînê ya nû pergaleke nû tê avakirin. Li ser navê mirovahiyê ev yek çavdêrî kirin coşeke mezin da min.”