Yekgirtû Ciwana Hesen kire Seroka Encûmeniya Parêzgeha Kerkûkê

27

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Hadî Elî di daxuyaniya li ser mijarê dayî de wiha ragihand; “Bi armanca alîkarî kirina ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê û dest bi kar kirina encûmena Kerkûkê û ji ber Serokê Encûmeniya Parêzgeha Kerkûkê yê bi wekalet Rêbiwar Talebanî nekarî vegere Kerkûkê, me jî her ji koma Yekgirtû li encûmena Kerkûkê Ciwan Hesen hilbijart.”

 

Li gor yasayê piştî diyarkirina namzet ji aliyê Yekgirtûya Îslamî ve, pêwîste Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê di civînekê de deng li ser were dayîn û dengên pêwîst bi dest bixwe.

 

Ji sala 2014’ê heya 16’ê Cotmeha 2017’ê Rêbiwar Talebanî bi wekalet Serokê Encûmena parêzgeha Kerkûkê bû.

 

(rn)