YRK: Sê hevrêyên me li Çiyayê Asos şehîd bûn

39

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk û Îranê di şeva 27'ê Mijdarê de li ser Çiyayê Asosê yê bajaroka Mawet a Silêmaniyê, pêk anîn daxuyaniyeke nivîskî da.

 

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Guhertin û bûyerên li herêmê li ser bingeha têkoşîna tevgera Apoyî ya li Rojhilata Navîn ber bi azadiyê, demokrasî û yekîtiyê ve diçe, pêk tên, van guhertinan gelê Kurd jî ber bi yekîtiyê ve biriye. Hêz û îradeya tevgera gelê Kurd her ku diçe berfireh dibe. Bi hêviya ku gelan ber bi azadiyê ve bibe. Siyaseta dewletên faşîst a Tirk û Îranê ku wê nikaribe gelê Kurd ji holê rake, niha ew bi xwe ber bi rewşeke krîzê ve çûne."

 

Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Gelê Kurd niha li herêmê bi avakirina bingeha civakeke neteweya demokratîk re mijûl e. Ev model ji aliyê gelên herêmê ve tê pêşwazîkirin. Ji bo hemû pêkhateyan dikare bibe modela jiyanbûna bi hev re û hevdu qebûlkirinê. Di nava krîza Rojhilata Navîn de  ji bo ku Kurd vê modelê bi ser nexin dewleta Tirk û Îranê bi hemû rengî êrîşî Kurdan dike. Bi rengekî ne mirovane, êrîşan dike. Di roja 27'ê Mijdarê de ango  sala 40. a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)’ê de li Çiyayê Asos a bajaroka Mawet a Başûrê Kurdistanê balafirên şer ên dewleta Tirk dest bi bombebaranê dikir. Di van êrîşan de, bi giranî Çiyayê Asos hate bombebarankirin. Ziyanek mezin li rez û baxên gundiyan bû. Di êrîşê de yekînek gerîlayên me yên bi rengê gerok li herêmê bûn şehîd bûn.

 

Nasnameya gerîlayên şehîd bûne wiha ne;

 

Nav û Paşnav: Mihemed Seîd Îbrahîm

 

Nasnav: Rêzwan Mahabad

 

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 1969 / Mahabad

 

Cih û Dîroka Şehadetê: 27’ê Mijdarê/Çiyayê Asos

 

 

Nav û Paşnav: Ehmed Hebeş

 

Nasnav: Delîl Reşîd

 

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 1980/ Efrîn

 

Cih û Dîroka Şehadetê: 27’ê Mijdarê/Çiyayê Asos

 

 

Nav û Paşnav: Salar Sofî

 

Nasnav: Serbest Dilniya

 

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 1993 / Sine"

 

Cih û Dîroka Şehadetê: 27’ê Mijdarê/Çiyayê Asos

 

 

Di dawiya daxuyaniya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) de wiha tê gotin; "Di encama planên qirêj ên di navbera dewleta Tirk û Îranê de ev sê hevalên me tevlî karwanê şehîdan bûn. Weke Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê em sersaxiyê ji malbat û xizmên şehîdan û hemû gelê Kurd re dixwazin. Em careke din soza bi şehîdên azadiyê re dubare dikin. Em ê tola wan li erdê nehêlin. Em ê nehêlin xwîna wan vala biçe."

 

(ab/rn)