Alikariya Tevgera Azadî ji bo penaberên Xurmatû didome

25

 

 

AŞTÎ EHMED/ ÇEMÇEMAL

 

Hevserokê encumeniya Tevgera Azadî yê herêma Kerkûkê Newzad Kerkûkî li ser xebatên wan ji ajansa me re wiha got; “Di 17-18’ê Mijdarê de Tevgera Azadî li ser asta giştî û herêma Germiyan çend kampanya dan destpê kirin. Çi di aliyê komkirina kel û pelan, çi jî aliyê tenduristî de be. Ji bo alîkarî dayîna penaberên ji Kerkûk û Xurmatû bû. Ji ber ku di dema buhrî û niha de îspat bûye ku yakane gelê Kurd bi tenê piştgiriya xwe dike.”

 

 

Newzad Kerkûkî wiha jî got; “Hewldana me ya alîkarî dayîna gelê me ji dil û can wê dewam bike. Ji bo ew birînên wan em bi hev re sax bikin. Îro em dixwazin bi pratîk diyar bikin ku Tevgera Azadî xwedî li gelê xwe derdikeve.”

 

Li ser belavkirina alikariyê jî Kerîm Emîn ku berpirsê belavkirina alikariyê ji bo penaberane, wiha got; “Pêwîstî ji madeyên xwarinê û pêdiviyên serekî pêk tê. Her wiha betenî û cilû berg hene. Me ev alîkarî li ser 80 malbetên penaberên ji Xurmatû ku li bajarokê Qadirkerîm bicih bûne, belav kir.”

 

 

Kerîm Emîn spasiya xwe ji bo hemû kesên tevlî kampanya wan bûne kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Em destxweşiya hemû ew kesên ku karîne li bajarê Silêmanî alîkarî kom bikin û bigehînin destê me ku niha didin penaberan, dikin.”

 

 

 

 

 

 

(rn)