Balafirên şer ên Tirk çiyayê Asosê bombebaran dikin-HATE NÛKIRIN

26

 

 

ROJNEWS / ASOS

 

Li gorî agahiyên çavkaniyeke me ya taybet yê bi navê Herdî Salih ji devera Asosê daye balafirên artêşa Tirk ji saet 15:15'an de li devara çiyayê Asosê dide. Li gorî agahiyên Salih ji me re ragihandiye 2 balafirên şer lê dide û heya niha dengê 12 teqînan hatiye bihîstin. 

 

 

Balafirên artêşa Tirk ev cara sêyemîne ku bombe li çiyayê Asosê û bax û bostanên welatiyên herêmê dibarîne. Di encam êrişa cara duyemîn ya li hember çiyayê Asosê de 3 gerîlayên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûbûn û zirereke madî gihîştibû deverên sivîl. Rejîma Îranê jî di nava meha derbasbûyî de herêmê dabû ber topên hewanê.

 

 

Li gorî agahiyan heya vê kêliyê jî êrişa balafiran berdewam dike û her wisa balafirên keşfê yên artêşa Tirk niha li ser binarê Qendîlê difirin.