Çalakiya rûniştinê ya li ber CPT’ê 42 roj li pey xwe hişt

27

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya avahiya CPT’ê ya ku tê xwestin CPT biçe serdana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, 42 roj li pey xwe hişt. Ev çalakî di 23’ê Cotmehê de hatibû destpêkirin.

 

Bi vê çalakiyê tê xwestin ku, li dijî nûçeyên spekulatîf bila CPT biçe Îmraliyê û raya giştî agahdar bike.

 

CPT naxwaze daxwaza gelê Kurd bibîne

 

5 sal û nîvin li ba avahiya Konseya Ewrûpayê û ya CPT’ê ji bo Ocalan Nobeta Azadiyê tê lidarxistin û daxwaz bi awayekî zelal tên diyarkirin. Berevajî vî tiştî CPT li hemberî van daxwazan bêdeng e.

 

Di Îna borî de jî bi CPT’ê re hevdîtinek hatibû kirin. Rayedarên CPT’ê diyar kiribûn ku ew rewşê fêm dikin lê ji destên wan tiştek nayê.

 

Li ser vê mijarê Medya Botan a ji komîteya amadekar a çalakiyê diyar kir ku CPT li hemberî daxwazên wan nakeve nav hewldanan.

 

Çalakiya rûniştinê ya bi slogana ‘Bila CPT biçe Îmraliyê’ di 23’ê Cotmehê de bi tevlêbûna 63 sazî û ji sedî zêdetir pêkhateyan hatibû destpêkirin. Çalakî bi pêşengiya KCDK-E, TJK-E û Komalên Ciwan didome û ji Başûrê Kurdistanê Goran û YNK jî piştgiriyê dide.

 

Saziyên ku piştgiriyê didin çalakiya rûniştinê jî evin:

 

KONGRA-Gel, Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd ya Ewropa (KCDK-E), Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Elmanya (NAV-DEM), Navenda Civaka Kurd a Fransa (CDK-E) NAV-BEL, DEM-NED, Meclîsa Êzidî ya Şengalê, Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW), Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), NAV-YEK, Platforma Kurden Anatoliya Navin (PKAN-E), TEV-ÇAND, Kongreya Netewiya Kurdistan (KNK), Tevgera Goran, Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK), Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD), PJAK, Partiya Demokarîk a Gelan (HDP), Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyeyê (PDK-S), Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK), Partiya Avakirina Jinûve ya Sosyalîst (SYKP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Konfederasyona Koçberên Bindest ên Ewropa (AvEG-KON), Platforma Şoreşgerên Derya Spiyê, Federasyona Karkerên Tirkiyeyê li Ewropa, Federasyona Komeleya Karkeran a Demokratîk (DÎDF), Konfederasyona Gelên Demokratîk ên Ewropa (ADHK), Kongera Gel a Mezopotamya (MHK), NOR-Zartonk, Federasyona Yekîtiya Dersimê ya Demokratîk ya Ewropa (ADEF), Partiya Keskan û Çepgirên Pêşerojê, Partiya Şoreşger, Navenda Çanga Koçgirî ya Ewropa, Hewldanên Mereş a Ewropayê, Înisyatîfa Gel a Kurecîk a Ewropayê, Meclîsa Jinên Êzidî.