‘Divê di bûdceya 2018’ê de Helebce weke parêzgeh bê dîtin’

34

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ/ HELEBCE

 

Di daxuyaniya çapemeniyê de berpirsê malbenda 5’emîn a Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê li Helebce Hesen Ebdullah daxwazname xwend û wiha ragihand; “Helebce li ber neheqiyek din a dîrokî ya desthilata Iraqê ye. Helebce berxwedan kiriye, neyaran jî her bi dilreqî bersiv daye. Bi taybetî ji aliyê desthilatên pêştir ên Iraqê. Dilreqiya herî dawî ya desthilata Iraqê jî kîmyabarankirina Helebce bû. Ev sûcek ew çend bê rehmane bû, mînaka wê di dîrokê de pir kême.”

 

Di daxwaznameyê de wiha jî hate gotin; “Di vê qonaxê de Helebce li benda qonaxa dawî ya jiyana nû ya siyasî, aborî û rêveberiyê bû. Ev jî ji bo wefayek li hemberî wan qurbaniyên di encama hatina ser dehilatê ya desthilatên Iraqê de çêbûn. Bi plan û bernameyek bihêz tezmînata xak û xelkê Helebce, Hewreman û Şarezû bidaban. Belê mixabin piştî 14 salan di qonaxa nû ya desthilata li Iraqê de, nekarî di bûdceyê Iraqê de Helebce bicih bikin û weke herêmek rastî karesatê hatî bigirin dest.”

 

 

Di daxwaznameyê de çar xalên ku hatin diyarkirin, wiha ye:

 

1-Divê Parlamentoya Iraqê projeyasaya bûdceyê derbas neke û ji bo hikûmetê vegerîne. İsrarê li ser dayîna bûdceyê Helebce weke parêzgeh û herêmek rastî karesatê hatî bide nîşandan.

 

2-Nûnerên Kurd ên di hikûmet û Desteya Wezîran a Iraqê de, li ser vê mijarê bi şêweyekî yasayî kar li ser bikin û zextê li ser hikûmeta Federal çêbikin.

 

3-Divê hemû çîn û pêkhateyên civakê û bi taybetî rêxistina civaka sivîl û yasanas li sînorê parêzgeha Helebce, bi erka xwe ya niştîmanî rabin.

 

4-Em ji hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku vê mijarê weke xalek giring di danûstandina li gel Iraqa federal de kar li ser bike û rêzê li wê biryara xwe ya ev bajare weke parêzgeh diyariye, bigire.

 

(rn)