Emîn Oremarî: Her tiştek were serê min asayişa Şêladizê berpirse

27

 

 

BERHEM LETÎF/ ŞÊLADIZ

 

Emîn Oremarî diyar kir ku îro der barê asayişa Şêladizê ya girêdayî PDK’ê de doza yasayî vekiriye û wiha dewam kir; “Ji ber asayişa Şêladizê di derengiya şevê de û bê destûra wan a dadgehê hebe bi ser mala min de girtin. Zarokên min tirsandin û lêpirsîn li gel wan kiriye, min doz vekir.”

 

‘Min li ser asayişa PDK’ê doz vekir, dedgeh jî her ya wane’

 

Oremarî wiha dewam kir; “Di dema min serlêdana vekirina dozê kir de, li dadgeha bajarokê Dêrelokê îfadeyên min hatin girtin. Piştre li ser bûyerê îradeyên rêveberê polîs û asayişa Şêladizê jî hatin girtin. Min li ser asayişa PDK’ê doz vekir. Dadgeh jî ya wane. Belê ez li ser biryara xwe bi israrim û ezê parêzer jî bigirim. Ger pêwîst bike ezê biçim Dadgeha Federal a Iraqê û li wir jî dozê vekim.”

 

 

‘Her tiştek bê serê min asayişa PDK’ê ya Şêladizê jê berpirse’

 

Oremarî got; “Ez ji ewlehiya jiyana xwe ne piştrastim. Her tiştek bê serê min, asayişa PDK’ê ya Şêladizê jê berpirse.”

 

Hêjay gotinê ye ku di saet 21:45’ê 30’ê Mijdarê de, asayişa PDK’ê ya navçeya Şêladizê ya girêdayî parêzgeha Dihokê bi ser mala endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Emîn Oremarî de. Di dema serdegirtina malê de Emîn Oremarî ne li malê bû. Hêzên asayişê piştî li malê lêgerîn pêk anîn, ji wir veqetiyan.

 

(rn)