Hedîsî: Hikûmeta Iraqê navên karmendên Herêmê lêkolîn dike

39

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Berdevkê Ofîsa Ragihandinê yê Serokwezîrê Iraqê Seed Hedîsî têkildarî mijarê meşanên karmendên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Komîsyoneke teknîkî ya taybet bi hûrî li ser lîsteya mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê dike dixebite, ev demeke vê xebatê dest pê kiriye. Pêwîst e ev mijar bi bûdçeya giştî ya Iraqê, dengdana li ser, her wiha bi çareserkirina nakokiyên di navbera Iraq û Herêmê û bîrên petrolê yên li herêmê pêk were. Ev yek dikare mûçeyên karmendên Herêmê yekalî bike. Mafê wan bê dayîn. Weke çawa maf û mûçeyên karmendên din ên Iraqê tên dayîn."

 

Berdevkê Ofîsa Ragihandinê yê Serokwezîrê Iraqê Seed Hedîsî herî dawî got; "Ji bo bidawîhatina vê pêngavê em nikarin demekê diyar bikin. Ji ber ku lêkolîn ne karekî hêsan e û dem pêwîst e."

 

(ab/rn)