Heften: Sala 40. a PKK’ê wê bibe sala serkeftina gelên bindest

28

 

 

 

ROJHILATÊ KURDISTANÊ / ROJNEWS

 

 

Endamê Konseya Rêveberiya Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Mezlûm Heften têkildarî 39. Salvegera Damezirandina PKK'ê, bandora wê û fikrên Ocalan a li ser gelê Kurd û azadîxwazên cîhanê ji ajansa me re axivî.

 

Mezlûm Heften wiha got; "Rêber Apo di demeke gelek dijwar de ku hevalên wî di Girtîgeha Amedê de bûn dest bi şoreşê kir. Rêbaz û karê nû û avakirina rêxistinê bi têkoşîna Rêber Apo û hevalên wî dest pê kir. Hêza gerîla ji bo parastina gelê Kurd pêk hat. Yek ji taybetmendiyên Rêber Apo ew e ku xwe radestî çarenûsa qederê nake. Baweriya wî bi îrade û înîsiyatîfa xwe heye. Bi vê yekê li tevayî Kurdistanê belav bûye. Berxwedana Girtîgeha Amedê heya berxwedana gelê Kurd a li Sûrê, Şirnexê û cihên din encamên vê têkoşînê ye."

 

Heften axaftina xwe wiha domand; "Vê berxwedanê wisa kir ku hikûmeta Tirk tevî ewqas derfet û binpêkirina mafê mirovan, heya çend mehan nekarî Sûra Amedê dagir bike. Ev yek ji bi qehremaniya Heval Çiyager ku bi bandora felsefeya Rêber Apo pêş ket çêbû. Berxwedana Kobanê û Reqayê bi heman rengî ye. Îro li Bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya azadîxwaz û wekhevîxwazên cîhanê çavkaniya hêviyê ye. Weke çawa serdemeke dirêj sosyalîzm hêviya gelan bû. Çanda berxwedana PKK'ê li Başûrê Kurdistanê jî destanên lehengiyê afirand. Trajediya Şengalê yek ji mînakên mezin, Xelkê Êzîdî di dîrokê tîmî rastî komkujiyan hatine. Li ser bingeha felsefeya PKK'ê û piştgiriya gerîla xwe rizgar kirin û îro xwe bi rêxistin dikin."

 

Heften diyar kir ku bandora felsefeya Ocalan li Rojhilatê Kurdistanê li ber çavan e û wiha axivî; "Wateya jiyan, Kurdbûn, karkirin, rêxistin, têkoşîn û hevaltî şoreşeke li Rojhilat li ser bingeha fikrên Rêber Apo pêk hatiye. Van wisa kiriye ku qehremanên mezin ên weke Akîf, Mamosta Ferzad, Şîrîn, Leşker, Zîlan, Ronahî, Zagros û Simko li Rojhilat derkevin. Fikrên Rêber Apo wisa kir ku tirseke mezin bikeve nava hikûmeta dagirker a Îranê. Her ev fersefe bûye haveynek ji bo rêxistinbûnê û yekîtiya ciwanên azadîxwazên Rojhilat li dijî dagirkeriyê. Xelkê karî bi berxwedanê hikûmeta Îranê neçar bike gavan paşde biavêje û astengiyan bişkînin. Hemû li ser bingeha çanda berxwedana PKK'ê û hizrê Rêber Apo pêk hat. Damezirandina PJAK'ê yek ji encamên din ên li Rojhilatê Kurdistanê derketiye."

 

Endamê Konseya Rêveberiya Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Mezlûm Heften herî dawî got; "Di serî de PKK komek biçûk bû. Piştre bû partî. Niha ji rêxistineke li hemû herêmê belav bûye. Bandora wê li ser cîhanê heye. Felsefeya Rêber Apo piştgiriya xelkê bindest ên li Rojhilata Navîn e. Her ev felsefe bû sedema bidawîhatina faşîzma DAIŞ'ê. Ji ber vê yekê îro PKK li Rojhilata Navîn û cîhanê ji bo gelan hêvî ye. 39. Salvegera Damezirandina PKK'ê,  tê wateya damezirandina neteweyî demokratîk û yekîtiya gelan. Wê sala 40'an bibe sala bidawîhatina faşîzmê û serkeftina gelên bindest û azadiya Rêber Apo."

 

(ab/rn)