Heval Ebûbekir sibe dest wezîfeya Walîtiya Silêmaniyê dike

24

 

 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

 

 

Postê Walîtiya Silêmaniyê li gorî lihevkirina di navbera Tevgera Goran û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de para Tevgera Goran e, lê ji ber ku Tevgera Goran qebûl nekir fermana dest bi karkirina Heval Ebûbekir ji aliyê Mesûd Barzanî ve were îmzekirin, ev demek bû, bi wekalet walîtî dihat rêveberin. Piştî ku Mesûd Barzanî dest ji Serokatiya Herêma Kurdistanê berda, ji aliyê Desteya Wezîrên Herêma Kurdistanê têkildarî Heval Ebûbekir fermana dest bi kar bike hat dayîn.

 

Heval Ebûbekir ji ajansa me re wiha got; "Îro fermana ji bo ez dest bi kar bikim derket. Sibe ez ê dest bi wezîfeyê bikim. Ez soz didim ku hikûmeta xwecihî bikim hikûmeta welatiyan û hikûmeta xizmeta welatiyan. Ez ê kar bikim ji bo welatî beşdarî rêveberiyê bibin."

 

Hêjayî gotinê ye, niha Omer Qeladizeyî bi navê 'Li cihê Waliyê Silêmaniyê' karê walîtiya Silêmaniyê dike û ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye.

 

(ab/rn)