Hêzeke çekdarî li nêzî Mendelî hate dîtin

18

 

 

EMÎR XENQÎNÎ / XANEQÎN

Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê li Iraqê di warê leşkerî de şikest, niha bi navên cuda xwe bi rêxistin dike û karên terorîstî dike.

 

Endamê Encumena Parêzgeha Diyala Zahîr Tahîr têkildarî mijarê ji ajansa me re wiha got; "Komên çekdarî li herêma Nide û zincîreya çiyayê Hemrîn dest bi çalakiyên terorîstî kirine ku hejmara wan nêzî 50 heya 70 kesî ne."

 

Zahîr Tahîr wiha domand; "Navê vê hêzê Hazmiyûn e û ala wan spî ye. Dibe ku ev hêz bermayiyên çeteyên DAIŞ'ê be. Lê ber sedema şikestina di warê leşkerî û siyasî de, niha hewl vê yekê didin ku di warê teknîkî, leşkerî û siyasî de hêzên ewlehiyê û îstixbaretê mijûl bikin. Liv û tevgera wan li herêma Nide û rêzeçiyayê Hemrînê  heye."

 

 

Hêjayî gotinê ye, piştî bûyera 16'ê Cotmehê û çûna artêşa Iraqê û Heşdî Şebî li Kerkûk û navçeyên din, komeke çekdarên nenas ku hejmara wan derdora 500 kesan bû di navbera Xurmatû û Kelarê de jî hatin dîtin û li ser wan gelek îdîa dihatin kirin.

 

(ab/rn)