Ji bo piştgiriya Xurmatû kampanyeyek hate destpêkirin

28

 

 

RÊBAZ SEBAH/ KERKÛK

 

Berpirsê Rêxistina Geşepêdanî Tak Şamîr Hekîm der barê kampanyayê de ku ji ajansa me re axivî, got; “Me di vê demê de weke pêwîstiyek dît ku ji bo xelkê Xurmatû kampanyeyek a komkirina alikariyê dibin navê ‘Kêliyek li rex Xurmatû’ bidin destpê kirin. Ev kampanya ji ber ew felaketa hatî serê xelkê Xurmatû ye.”

 

Şamîr Hekîm wiha dewam kir; “Li çend cihên din alikarî tê komkirin. Em dixwazin bi rêya vê kampanyayê alikariyan kom bikin. Heya niha tiştên hatine komkirin, zêdetir cil û bergin. Bi taybetî jî tiştên ji bo parastina ji sermayê pêwîstin. Em ji xelkê Kerkûkê daxwaz dikin alikariya kampanyaya me bikin, ji bo em bikarin alikariya penaberan bikin.”

 

 

Şamîr Hekîm diyar kir ku wê kampanyaya wan 2 hefteyan dewam bike û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Piştî kampanya bidawî bû, ew alikariya hatiye komkirin, wê ji bo penaberên Xurmatû cihên lê dimînin, bên şandin.”

 

Rêxistina Geşepêdanî Tak di Nîsana 2017’ê de hatiye damezrandin. Armanca rêxistinê giringî dana ji bo pêşxistina kese li bajarê Kerkûkê.

 

 

(rn)