Kerîmî: Xala lewaz a berpirsên PDK di destê dewleta Tirk û AKP’ê de ye

24

 

 

 

 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

 

 

Piştî referandûma 25’ê Îlonê hikûmeta Iraqê her du balafirxaneyên navdewletî ya Silêmanî û Hewlêrê girt. Ji ber vê jî Serokwezîrê Hikûmeta Herêmê û alîkarê wî 1’ê Kanûnê di deriyê Îbrahîm Xelîl re ji bo biçin Ewropayê bibe, derbasî Tirkiyeyê bûn.

 

Çavdêrê Siyasî Elî Kerîmî di vê der barê de axivî û got: “Bi rastî jî zehf nexweş e ku serokwezîrê hikûmetê û alîkarê wî bêyî ti qedrekî di deriyê Îbrahîm Xelîl re derbasî Ewropa dibin. Beriya niha serokên dewletan û wezîr dihatin Hewlêrê û paşê diçûn Bexdayê. Ev dema diçûn welatekî xaliya sor li pêşiya wan dihate raxistin.”

 

Kerîmî bi berdewamî wiha axivî: “Eger kêmek wijdanê wan hebe û rûnin bifikirin wê bibînin ku çi anîne serê xwe. Ew tişta ku anîn serê xwe û gel ji ber nezanînê bû. Em 30 sal ber bi paşve çûn. Me zêdetirî nîvê xaka Herêma Kurdistanê ji dest da. Li ser axaftina kesekî li ser axaftina derebegeg ku li gorî wî wisa ye dema zilamek gotinek kir nabe poşman bibe ev bû. Fermo gotina we pêk hat. Li ser înada kesekî ne meaşê xelk heye ne sotemenî heye, ya herî girîng jî kerameta gelê Kurd hate şikandin.”

 

Elî Kerîmî têkildarî bendewarî û daxwazên berpirs û rayedarên PDK’ê ji Tirkiye û Erdogan de jî wiha axivî: “Ji ber xala lewaz a van berpirsan di destê dewleta Tirk û MÎT’a Tirk de ye. Bi taybet jî xala lewaz a malbata Barzanî di destê wan de ye.”

 

Kerîmî di beşa dawiyê ya axaftina xwe de jî wiha got: “Bi baweriya min divê lêkolîner û dîroknasên Kurd lêkolîn bikin ku ka çi xalên lewazyên van di destê dewleta Tirk û AKP de heye. Ji bo ji aliyê gelê me ve were dîtin ku li hember xelkê xwe çiqas şêr in, dizin û talanker in, ji bo biyaniyan û Tirkiyeyê jî weke rovî ne.”

 

(rn)